Derbarê Xwebûn

Armanca sereke ya komeleyê pêşxistina ziman û çanda kurdî ye. Em ji bo naskirina zimanê kurdî û hînkirina kurdî di dibistanên dewletê de ne.
Ji bilî vê, komele dixwaze gotûbêjeke berhemdar a nav-kurdî pêş bixe û cihê xwe ji bo fêrbûna kurdî pêşkêş bike, lê ji bo çalakiyên çandî jî. Armanca me jî danûstandina bi komên zimanên din ên bindest re ye.
Xebata komeleyê ji her kesî re vekirî ye, lê bi taybetî ji bo kesên ku bi ziman û çanda kurdî re eleqedar dibin tê kirin. Xwebûn e.V ji partiyan serbixwe ye.
Komele piştgiriya hemû zaravayên kurdî dike. Komele bi xebatên xwe dixwaze qadên transkulturî yên ku tê de mirov bi nasnameyên neteweyî, etnîkî û çandî neyên kêmkirin ava bike.